Niqaşên Ceza Îdamê
Erdoğan: “Qatilê 77 Kesan Çawa 21 Sal Ceza Digre?”
Serekwezîr Tayyîb Erdoğan li ser rakirina ceza îdamê fikrên xwe di forûma demokrasiyê ya ku li Endonezyayê tê li darxistin de anîn ziman. Tayyîb Erdoğan îfade kir ku qatilên 77 kesan, 21 sal ceza bigre, ne edalet e.
Tayyîb Erdoğan di forûmê de diyar kir ku carna ceza îdamê hewce ye. Erdoğan 21 sal cezaya ku li Bireyvik hatibû birîn tenkîd kir. Wekî tê zanîn terorîst Breyvik li Norweçê di 2011an de 77 kes kuştibûn, piştî girtinê 21 sal ceza lê hatibû birîn.
Serekwezîr ji xwîna ku li Sûriyê diherike Beşar Esed mesûl girt û diyar kir ku teşkîlata dewletên Yekbuyî li ber wehşeta li Sûriyê, bêçare û bêtevger dimîne. Îfade kir ku di konseya ewlehiyê ya teşkîlata dewletên yekbuyî de, divê ferqa mensûbtîya daîmî û muweqqet tunebe. Divê hemî mensûbên teşkîlatê xwedî eynî heqqa bin. www.bangaheq.net
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.