Nîşana Zulm û Wehşetê
Rewş û Wehşeta Li Gûantanamo, Ruyê Emrîka Kifş Dike
Tu roj tune ye ku zulm û wehşeta Emerîka eşkere nabe. Îşgalên Emrîka, hepsên Emerîka, di wan de îşkencên Emerîka, eskerên Emerîka yên hov û har, teyarên Emerîka yên bê însan û bê însaf, Emerîkayê piştevanê siyonîst, Emerîkayê aşiqê û muxtacê petrol û sîlehan, Ebû Ğûreyb, Gûantanamo... Dîrok û tarîxa Emerîka, tu carî ji xwîn û qetlîama, ji zulm û wehşetê bêrî nebuye.
Ji ajansan hat diyar kirin ku li îşkencexana Emerîka li Gûantanamoyê, zulm û wehşetên Emerîka naqedin. Sîtemkarên Emerîka, ji bo girtiyên li heps û zîndana Gûantanamoyê, bidin xeberdan, derman û îlacên ku hişê însan tevlîhev dike dide mehkûman û paşê wan dixe bin pirsyariyê.
Wekî tê zanîn, bi îşgala Efğanîstan û İraqê û ji Pakîstan û Yemenê, bi navê şerê li ber terorê, gelek însanên dîndar revandibû Gûantanamoyê. Li wir, îşkencê ku li heywanên hov û har nayê kirin li wan însana dikir. Ji wan geleka di bin îşkenca de candabûn. Kesên hatibûn berdan, îşkence û wehşeta Emerîka eşkere kiribûn. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.