Nisêbînî dixwazin ku mexdûriyetên wan werin çareserkirin

Nisêbînî dixwazin ku mexdûriyetên wan werin çareserkirin

Gelê mexdûr a ku li navçeya Nisêbîna Mêrdînê ya ku dûçarê şer û pevçûnan bûne bang li rêvebiran kirin da ku mexdûriyetên wan werin çareserkirin.

Gelê ku ji ber qedexeya derketina derve ya li navçeya Nisêbîna Mêrdînê mexdûr bûne pirsgirêk û îhtiyaciyên xwe ji ÎLKHAyê re ragihand.

Gelê ku destnîşan kir malên wan di encama şerê navçeyê de xera bûye ji bo alîkarî çûne qeymeqamtiya navçeyê lê tu kesî bi wan re eleqeder nebûye.

Tê ragihandin ku li 6 taxên navçeyê xebatên rakirina enqazê didome û avahiyên saxlem jî tên xerakirin. Nişteciyên navçeyê idîa kirin ku ew ji ber rewşa fîrmaya mitehîtan ên ku ji ber komên xurdeyab malên saxlem jî xera dikin ezadar in.

“Ji bo komên xurdeyan maalên me xera kirin”

Neyaz Sari idîa kir ku mala wî di şerê de zêde zirarê nedîtibû. Lê mala wî ji teref fîrmeya mitehîtan ve ji bo xurdeyab-n hatiye xerakirin. Dûvre Sarî wiha axivî: “Piştî ku qedexe hat rakirin em hatin me li mala xwe mêze kir. Zêde zirarê nedîtibû. Bes 2-3 qolanan zirarê dîtibû. Me ji bo ku mala me neyê xerakirin daxwazname da qeymeqamtiyê. Heta me diyar kir ku xisara çêbûye dê em temîn bikin. Lê dîsa mala me xera kirin. Niha em van kavilan naxwazin. Mala me di nabeya kort û çalan de nebû. Ji bo ku mala me xera nebe me nêzî 10 daxwaznameyan da. Lê dîsa mala me xera kirin.”

 “Mala me ya saxlem xera bûye”

Sari diyar kir ku wî qredî li ser navê mala xwe kişandiye. Dûvre Sari wiha li axavtina xwe zêde kir: “40 hezar lîre deynê min heye. Her roj banqa ji min re telefonê vedikin. Niha ez bê kar im. Di derbarê vê yekê de ez alîkarî ji dewletê dixwazim. Em liv ir ketine nav zindanê. Em nizanin da ku em çi bikin. Bi xerakirina mala me çi bi dest dixin? Bila rêvebir ji bo van mitehîtan tişteke bikin. Mala me ya saxlem xera bûye. Mala hinek kesan xera nebûye. Lewra fîrmayên mitehîtan û xediyên wan malan li hev hatine. Bila di derbarê vî yekê de dewlet wan teftîş bike. Dîmenên di derbarê mala min a ku zirarê nedîtibû de jî hene. Em mala xwe dixwazin. Bila mala me xera nekin. Em bi derfetên xwe ji nû ve saz dikin.”

“Dewlet alîkarî dike lê alîkariya me bi xwe nake”

Sari wiha pê de çû: “Dewlet soza alîkariyê da me. Ev 8 meh e ku em di kolanan de ne. Dewlet bes wek alîkarî hezar û 500 lîre daye me. Ez dê bi malbateke 7 kesî ve çi bikim. Ez diçim Qonaxa Hikûmetê. Ew min ji ser serê xwe def dikin. Ez 8 meh e di derve de me. 20 hezar lîre mesrefa min çêbûye. Dewlet alîkarî dike lê alîkariya me bi xwe nake.”

“Gel di nav depresyon û pirsgirêkan de ye”

Mexdûrek din Faysal Gurkay diyar kir ku temamê navçeyê mexdûr bûye. Dûvre Gurkay wiha ragihand: “Me di jiyana xwe de tişteke wiha nedîtibû. Dema ku ev bûyer qewimîn her kes koçê derek kir. Ev dikan di encama teqîna bombeyan de hatin vê halê. Li vê qadê 6 dikan hebûn. Niha heb tune. Em dixwazin ku vira bibe wekê berê. Em hemî ji vê yekê bandordar bûne. Wek madî em di rewşeke xerab de ne. Dawiya me qet baş naxuyê. Gel di nav depresyon û pirsgirêkan de ye.”

Qedexe di 14ê Adarê de hatibû îlankirin

Qedexeya ku di 14ê Adarê de hatibû îlankirin di taxên Yenî Turan, Yeşîl Kent, Mor Yakup, 8 Mart, Girnavas, Devrîm, Selahaddîn Eyyubî, Çatalozu, Îpekyolu û Barişê de di 25ê Hezîranê de qismen hatibû rakirin. Di taxên Abdulkadîr Paşa, Firat, Dîcle, Yenîşehîr, Zeynel Abîdîn û Kşlayê de jî qedexe hêj didome.

ÎLKHA



























HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.