Niştina 11emîn a Doza Yasîn Boru dest pê kir

Niştina 11emîn a Doza Yasîn Boru dest pê kir

ENQERE - Niştina 11emîn a doza ku qetîlên Yasîn Boru, Huseyîn Dakak, Rîyad Guneş û Hasan Gokgoz tên darizandin dest pê kir.

Wekê ku tê zanîn Serokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demîrtaş ji bo ku derkevin kolanan bang li gel kiribû û di 6-8ê Cotmeha 2014an de gel derketibûn kolanan û însanan qetil û derdoran talan kiribûn. Niştina 11 emîn a doza ku qetîlên Yasîn Boru, Huseyîn Dakak, Rîyad Guneş û Hasan Gokgoz tên darizandin di Mehkemeya Cezaya Giran a 2 yemîn a Enqerê de hat destpêkirin.

Di îdianameya dozê de 19ê wê girtî bi tevahî 41 bersûc tên darizandin û di idîanameyê de tê diyarkirin ku di 7ê Cotmeha 2014an de li Diyarbekirê Yusuf Er, Yasîn Boru, Huseyîn Dakak, Rîyad Guneş û Hasan Gokgoz ji teref PKKê ve dûçarê êrîşê bûne.

Xizmên kesên ku hatine qetilkirin, parêzerên muştekî û bersûcan têketin salonê. Ji ber kêmasiya personelan 19 bersûcên qetîl nehatin salonê. Dê îfadeyên wan di girtîgehê de bi Pergala Înformatîk a Deng û Dîmanê (SEGBÎS) were sitandin.

Her wiha hat dîtin Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu ji bo ku dozê bişopîne têket salonê. (ÎLKHA)


 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.