NY: 187 kamyon û 129 hezar lître sotemenî derbasî Xazzeyê bû

NY: 187 kamyon û 129 hezar lître sotemenî derbasî Xazzeyê bû

Neteweyên Yekbûyî ragihandin doh êvarî 187 kamyon û 129 hezar lître sotemenî derbasî Xazzeya ku di bin dorpêç û îşxala rejîma teror û îşxalê de ye bû.

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Neteweyên Yekbûyî ve hat belavkirin 200 kamyon alîkarî hatiye şandin Xazzeyê lêbelê doh êvarî ji van kamyonan 187 kamyon derbasî Xazzeyê bûne û ji xeynî vê yekê jî 187 hezar lître sotemenî hatiye şandin Xazzeyê.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin ji bo tahlîyekirina birîndaran 11 ambûlans, 3 otobus û kamyonek hatiye şandin Nexweşxaneya Şîfayê.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.