NY: 1,9 milyon Filistînî li Xezeyê ji cih û warên xwe hatin kirin

NY: 1,9 milyon Filistînî li Xezeyê ji cih û warên xwe hatin kirin

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku ji 1,9 mîlyon Filistînî li Xezzeyê koçber bûne ku nêzî 1 mîlyonê van kesan jin in.

Yekîneya Jinan a Neteweyên Yekbûyî (UN Women) raporeke ku tê de daneyên li ser rewşa jinan a li Xezzeyê dihewîne weşand.

Di raporê de hat diyarkirin ku li Xezeyê ku nifûsa wê nêzî 2,3 milyon e 1,9 milyon kes ji cih û warên xwe hatin kirin û ji wan nêzî milyonek jin in.

Di raporê de hat destnîşankirin ku serê her saetekê ji ber êrîşên îşxalkeran 2 dayik dimirin û tê texmînkirin ku nêzî 10 hezar zarok bavê xwe winda kirine.

Nûnerê Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ya li axên Filistînê Ajith Sunghay got, "Em li Xezzeyê digihêjin qonaxeke din a sosret. Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Xazzeyê nêzî 25 hezar kes mirine. Ji sedî 70ê wan jin û zarok in." (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.