NY ji bo hişksaliya li Rojhilata Afrîkayê hişyarî da

NY ji bo hişksaliya li Rojhilata Afrîkayê hişyarî da

Neteweyên Yekbûyî ragihandin hişksaliya ku li Rojhilata Afrîkayê berdewam dike dibe asteng ku zad bigihijin û ev yek jî dibe sedem ku bihaya erzaqan zêde bibe û barê malbatan girantir bibe.

 Ajansa Zîreatê  ya Neteweyên Yekbûyî  ragihandin hişksaliya ku li Rojhilata Afrîkayê berdewam dike dibe asteng ku zad bigihijin û ev yek jî dibe sedem ku bihaya erzaqan zêde bibe û barê malbatan girantir bibe. Her wiha hat destnîşankirin ev hişksalî li heremê bi şikleke neyînî li ser tiştên din jî  tesîra xwe nîşan dide.

Li gor rapora ku hatiye belavkirin hişksalî tesîra xwe li welatên mîna  Etîyopya, Kenya, Somalî, Sûdana Başûr, Uganda û Tanzanyayê nîşan dide û bihaya garis û sorgumê li van deran gelek zêde bûye.

Her wiha hat destnîşankirin ev hişksalî dibe sedem ku him bihaya mehsûlên zireatê û him jî bihaya heywanan zêde bibe.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.