NY ji bo “Rojhilata Navîn” hişyarî da

NY ji bo “Rojhilata Navîn” hişyarî da

Neteweyên Yekbûyî (NY), hişyarî da ku li Rojhilata Navîn rewşa giştî gelek talûke bûye.

Konseya Ewlehî ya NY, li ser daxwazîya Rûsyayê ji bona ku êrîşên li dijî Iraq û Sûrîyeyê ku ji teref Emrîqayê ve tê lidarxistin bê gotûbejkirin civîya.

Alîkara Sekreterê Giştî yê Mesulê ji Karên Tertîpkirina Aştî û sîyasî ya NY Rosemary Dîcarlo, îfade kir ku Sekreterê Giştî yê NY Antonîo Guterres derheqê gengeşîya ku piştî 7ê Cotmehê pêk hatîye hişyarî dabû û gengeşîya ku li Rojhilata Navîn heye gelek welatan di nav xwe de dihewîne.

Dîcarlo, destnîşan kir ku ji meha Cotmeha sala 2023yan vir ve hema hema her roj bûyerekî çêdibe.

Dîcarlo diyar kir bila hemû alîgiran encamên aborî û însanî bifikirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.