NY: Ofîsa me ya li Xezzeyê hat bombekirin, mirî û birîndar hene

NY: Ofîsa me ya li Xezzeyê hat bombekirin, mirî û birîndar hene

Bernameya Pêşveçûna Neteweyên Yekbûyî (UNDP), daxuyand ku ofîsa wê ya li Xezzeyê hat bombekirin. UNDP, destnîşan kir personelên wan di 13ê Mijdarê de avahîyê terk kirine û di nav avahîyê de sîvîl hebûne.

Di daxuyanîya ku ji teref UNDPyê ve hat belavkirin de weha hat gotin, “UNDP ji ber raporên destpêkê yên bombekirina baregeha Neteweyên Yekbûyî ya li Xezeyê gelekî xemgîn e. Hat ragihandin ku ji ber bomberdûmanê gelek kuştî û birîndar hene. Di 6ê Mijdarê de, UNDP ragihand ku çend sed kesên ku daxwaza penaberiyê kirine, ketine hewşê, û nîşan hene ku ev hejmar ji wê demê ve pir zêde bûye. Trajediya berdewam a mirin û birîndarbûna sivîlên di vê pevçûnê de ne, nayê qebûlkirin û divê were rawestandin. Divê her dem rêz li sivîlan, binesaziya sivîl û destnedana tesîsên Neteweyên Yekbûyî were girtin û were parastin. Divê hiqûqa mirovahî ya navneteweyî, di nav de prensîbên cihêkarî, hevsengî û tedbîrî were rêz kirin û şopandin.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.