NY: Xezze, bi xelayê re rûbirû maye, alîkarî kêm in

NY: Xezze, bi xelayê re rûbirû maye, alîkarî kêm in

UNRWA, daxuyand ku Xezze bi xelayê re rûbirû ye, alîkarîyên ku têne kirin jî kêm dimînin.

UNRWA, li ser hîsaba xwe yê medyaya civakî Xê peyamek belav kir û di peyama xwe de weha got, “Li Xezzeyê xela li ber derî ye, 1,1 milyon însan di pileya felaketê de ne û bi kêmasîya xwarinê re ribûrûne.”

UNRWA destnîşan kir ku rejîma îşxalker alîkarîyên ku ji Xezzeyê re têne kirin asteng dike, “Di meha Adarê de heta niha rojê 159 kamyon alîkarî ketine nav Xezzeyê. Ev jî gelek di bin lazimatîyê de ye.”

UNRWA di peyama xwe de ragihand ku li Xezzeyê ji 24 navendên tenduristîyê 8 hebên wan dikarin fealîyetê nîşan bidin.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.