Obama: "Pêwendiyên xwe bi Tirkiyê re hêdî bikin"

Obama: "Pêwendiyên xwe bi Tirkiyê re hêdî bikin"

Nivîskarê bi navûdeng yê Brîtanî Patrîk Sel di gotareke xwe behsa gavên Kurdan ya bo dirustkirina dewleta serbixwe dike û di gotara xwe amaje bi wê yekê jî dike ku Amerîka Herêma Kurdistanê agahdar kiriye ku ew cura peywendiyên xwe li gel Tirkiyê hêdî bik

 Nivîskarê bi navûdeng yê Brîtanî Patrîk Sel di gotareke xwe behsa gavên Kurdan ya bo dirustkirina dewleta serbixwe dike û di gotara xwe amaje bi wê yekê jî dike ku Amerîka Herêma Kurdistanê agahdar kiriye ku ew cura peywendiyên xwe li gel Tirkiyê hêdî bike.

Nivîskarê Birîtanî gotara xwe di malpera Global Ajansê de belav kiriye û radighîne ku bêhna hevrikiyên dûvdirêj li Rojhilata Navîn – Sûriyê û Iraqê û bi rêjeyek kêmtir li Îran û Tirkiyê heye, eve jî baştirîn derfete bo Kurdan ku di pêşerojê de xwe di dunyaya nû de diyar bikin.

Di beşeke din ya gotara xwe de Patrek Sel gotiye: ji ber tevlihevî û aloziyên vê dawiya di navbera Hewlêr û Bexdadê de Wîlayetên Yekbuyî ya Amerîkayê Ji Barzanî xwestiye ku peywendiyên xwe li gel Tirkiyê sivik bike û hêdî bike.

Her weha Patrek dibêje ku hêviya Kurdan bo jiyanekî baştir careke din tê pijandin ev jî bi sedema hebûna pêşkeftinên giring li navçeyê de.

Nivîskar nivîsiye ku “Lê belê aloziya navbera Hewlêr û Bexdadê û dûrketina Serokomarê Iraqê Celal Talebanî ji ber nexweşiya xwe di demekê de ye ku rolekî xwe ya giring hebû li navbeynkariya her du aliyan de, curek ji ne seqamgîriyê dirustkiriye.”

Di dirêjahiya gotara xwe dibêje: Metirsiya wê yekê di hole de ye ku peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê weha li Bexdadê bike ku hewlên xwe ji Îranê re nêzîktir û xurtir bike.

Patrek Sel aşkira dike ku li vê dawiyê jî Amerîka daxwaz ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kiriye ku peywendiyên xwe bi Tirkiyê hêdî bike her weha girêbestên neftê li gel Tirkiyê de kêmtir bike.

Di dawiya gotara xwe de nivîskar amaje bi wê yekê kiriye ku, Tirkiyê li jêr fişarekî zor da ye bo cî bi cî kirina daxwazên Kurdên Tirkiyê û grevên birçîbûnê yên vê dawiyê ji aliyê zîndaniyên bakûrê Kurdistanê ku ji aliyê serokê PKKê yên li zîndanê bi dawî anî, karîgeriyekî giring ya wî li nava Tirkiyê hebûye.

Jêder: Agence Global

Xendan

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.