Operasyon Bi Dawî Bû
Ê Zirar Dibîne Milletê Herêmê Ye
Ev serê bîst rojaye ku li hêla Colemêrgê li Şemzînan li ber PKKê operasyona eskeriyê dihat li dar xistin. Hat îfade kirin ku operasyon bi dawî buye. Di operasyonê de li gor beyanata, esker û bi dehan mensûbên PKKê hatin kuştin. Bi helîkopteran çiya û newal hatin bombardiman kirin. Çend gund ji bo operasyonê hatin vala kirin. Riyên gundan hatin girtin.
Di heyama operasyonan de ne cenderme ne jî qeymeqamtî, guhnedan derdê millet. Gundiyên ji warê xwe hatibûn derxistin, di kuçan de li ba merivên xwe bi tenê man. Qeymeqam ji aliyê xwarin û maddiyatê, tu alîkarî neda gundiyan.
Her çiqas eskerî û PKK, peznê xwe bidin jî, hisaban bikin jî, eşkere ye ku her dû alî, negîhan tiştên dixwestin. Lê belê kesên şerpeze bûn milletê mezlûm e. Pey operasyonê, gundiyên ku vegerin warê xwe, hem ji ber tehdîtên PKKê hem jî ji ber bombe û êrîşên teyarên eskeriyê, di navbera du agirî de ne. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.