Operasyon Nasekinin

Operasyon Nasekinin

Êş û Ezabê Hadîseyan, Xelkê Mezlûmê Herêmê Dikşîne.

 Çiqas şer û operasyon biqewimin, derd û ezabê milletê mezlûmê hêrêmê jî ewqas zêde dibin. Lewra ji aliyê maddî û me’newî kesê xisar û perîşan millet e. Piştî hadîseyan  esnaf ji karên xwe, xwendekar ji mekteb û xwendina xwe, gundî ji tîcaret û riya xwe dibin. Millet ji du alî ve di nav agirek  dijwar de dişewite. Tiştên ku dewlet û PKK ji xwe re dikin derd, serkeftina polîtîk û partiyî ye.

Li Bêşebaba Şirnexê mensûbên PKKê gulle bera du baregehê cendermê dan. Eskeran jî bi sîleh cewab da. Hadîse do bişev qewimî. Di pevçûnê de sîlehên otomatîk û roket hatin bikaranîn. Şer qederê 10 deqîqeyan dewam kir. Dengên sîlehan ji navçeyê ve jî hat bihîstin. Ji ber hadîseyan esnaf dikanên xwe girtin. Millet ket panîkê. Der heqê hadîseyê de tu agahî berfireh nehat dayîn.

Li Nisêbînê li beldeya Îstîlê mensûbên PKKê midûr û mamostekî mektebê revandin. Hat gotin ku du PKKyî, çûne mektebê û midûr Huseyîn Mete û mamostê Edebiyatê Eray Yildiz, bi xwe re revandine. Li ser hadîseyê cenderme îfada mielliman girt. Dûre jî operasyon dest pê kir.

Li aliyê din li Diyarbekrê, polîs jî operasyon li dar xist. Di operasyona polîs de, 6 mensûbên PKKê hatin girtin. Hat îddîa kirin ku girtiyek, îdarevanê payebilind e ku protesto û çalakiyên kuçan organîze kiriye. www.bangaheq.net

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.