Operasyona Li Ser PKK'ê

Operasyona Li Ser PKK'ê

Li Danîmarkayê ji bo 11 kesan, bi îddîa ku ji mensûbên PKKê re fînansman peyda kirine, doz hat vekirin.

Sewcîtiya Kopenhaga Danîmarkayê, li van 11 kesan bi sûcê ku ji mensûbên PKKê yên li Tirkiyê re 17 û nîv milyon yuro şandine, doz vekir. Sersewcî îfade kir ku, ev hadîseya fînansmanê li Danîmarkayê heta niha ya herî mezin e.

Sersewcî da zanîn ku ji van 11 kesan 6 heb, di navbera salên 2009 û 2012an de, li Danîmarkayê ji bo PKKê pere kom kirine, yên din jî li welatên din yên Ewrûpayê perên komkirî ji PKKê re şandine. Sersewcî navên welatên din neda. BANGAHEQ

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.