Operasyonên Dervê Sînor

Operasyonên Dervê Sînor

Tezkere Hat Qebûlkirin Beriya Wê Jetan Li Herêma Zapê Xistin

 Li meclîsê tezkera ku der heqê operasyonên dersînor de saleke din desthilatiyê dide hikûmetê, bi rayên wekîlên partiyên AKP, CHP û MHPê hat qebûlkirin.

Tezkere saleke din desthilatdarî û selahiyetê dide hikûmetê ku dikare li hember êrîş û tevgeriyên PKKê, operasyonên eskeriyê li dersînor, li bakura herêma Kurdistanê rast bike.

Xeberan jî diyar kirin ku di heyama hevdîtinên tezkerê yên li meclîsê de, jetên hêzên hewayî li herêma Zapê, meqer û mewziyên PKKê bombardiman kirine. 

Li aliyê din rojnameyeke Îngîlîzî îdiakir ku ekserên hêzên taybet yên Emerîkî li ser sînorê Tirkiye û Sûriyeyê bi cih bûne.

Rojnameya Îngîlîzî The Times beyan kir ku ji ğeyrî vê, Îngîlîstanê jî esker şandiye ser sînorê Urdun û Sûriyeyê.

Rojnameyê nivîsî ku amanca vê gavê, rêgirtina bikaranîna çekên kîmyeyî ye. Amerîka berê jî 150 eskerên taybet şandibû ser sînorê Urdun û Sûriyeyê.

www.bangaheq.net

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.