Operasyonên hevpar, çalakîyên nîşandarîyê: Berxwedan, leşkerên îşxalkeran wek kewan dikuje

Operasyonên hevpar, çalakîyên nîşandarîyê: Berxwedan, leşkerên îşxalkeran wek kewan dikuje

Komên berxwedanê ên li Xezzeyê, di operasyonên xwe yên bi serfirazî de leşkerên îşxalê dikujin û wan birîndar dikin.

Tûgayên Qessam, Serîyyeyên Qudsê û komên berxwedanê ên dinê di roja 124mîn a Tofana Eqsayê de, bi micadeleyên xwe destanan dinivisînin.

Serîyyeyên Qûdsê û Tûgayên Qessam, di operasyone hevpar yê ku li rojavayê bajara Xan Yûnisê li dar xistin de hêzekî sîyonîst yê taybet ku 10 kes bûn û di nav xanîyekî de barîqetan çêkiribûn bi roket û çekên otomatîkî hedef girtin û wan kuştin.

Tûgayên Qessam, dîmekî ku ew leşkerekî îşxalê bi nîşandarîyê kuştine parve kir. Di dîmenê de hat dîtin leşkerê ku gule lê dikeve li erdê dipirpite.

Micahîdên Qessam xeyn ji vê çalakîyê li çarrêya senayîyê jî leşkerekî sîyonîstan bi çekên nîşandarîyê kuştin.

Tûgayên Qessam dîsa li rojavayê Xan Yûnisê li alîyê herêma “C Blok” komekî leşkeran ku di nav xanîyekî de barîqetan lêkiribûn bi roketan hedef girt û di encamê de wan kuşt û birîndar kir.

Micahîdên Qessam, komên leşkerî yên îşxalê ku li alîyê herêma El Katîbaya Xezzeyê kom bûbûn bi hewanan hedef girtin.

Serîyyeyên Qudsê jî bi Tûgayên Şehîdên Mescîdî Eqsayê û Tûgayên El Amudîyê operasyonekî hevpar li dar xistin, di operasyonê de leşkerên ku li rojhilata Xezzeyê kom bûbûn bi topên hewanê bombe kirin.

Serîyyeyan xeyn ji van çalakîyan li derdorê Tax El Emela rojavayê Xan Yûnisê dozerekî sîyonîstan bi roketa RPG hedef girt, hat îfadekirin ku tank şewitîye û terorîstên ku di nav de bûn jî mirine.

Serîyyeyên Qûdsê li Xan Yûnisê 7 leşkerên sîyonîstan bi temamî kuştin.

Kassam Tugayları, öncü birliklerinin Gazze Şehri'nin batısında bir işgal askerini keskin nişancı tüfeğiyle tam isabet vurduğu görüntüleri paylaştı. pic.twitter.com/XpxH9cM29H

— İLKHA (@ilkeHaberAjansi) February 7, 2024

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.