Operasyonên li dijî PKKê: 14 girtî 16 binçavî

Operasyonên li dijî PKKê: 14 girtî 16 binçavî

NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama operasyonên ku li çend bajêran li dijî PKKê hatin kirin de 14 kes hatin girtin û 16 kes jî hatin binçavkirin.

Hat ragihandin li Êlih, Mêrdîn û Dîlokê di encama operasyonên ku li dijî PKKê hatin kirin de 14 kes hatin girtin û 16 kes jî hatin binçavkirin.

Li gor agahiyan li Dîlokê 7 kes ji ber ku ji ser medyaya civakî propagandaya PKKê kirine, li Mêrdînê 7 PKKyiyên ku tê diyarkirin haziriya êrîşê dikin ji teref mehkemê ve hatin girtin. Her wiha di operasyonên ku li Stewrêya Mêrdînê û Gercewsa Êlihê li dijî PKKê hatin kirin de jî 16 kes hatin binçavkirin.(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.