Otobusa ku pîrekan dikişand wergeriya: 6 mirî 35 birîndar
Li navçeya Înegola Bursayê otobusa ku pîrekên xebatkerên sendîkayê dikişand wergeriya. Di encama wergerînê de 6 pîrek mirin û 35 kes jî birîndar bûn.
Li navçeya Înegola Bursayê otobusa ku pîrekên xebatker ên sendîkaya Turk Metal- Senê dikişand wergeriya. Di encama wergerînê de 6 pîrek jiyana xwe ji dest dan û 35 kes jî birîndar bûn.
Gor agahiyên hatine bidestxistin otobusa bi pleqeya 16 KT 064an a ku ajovana wê Mehmet Tuzun bû di derşdora Gundê Osmaniyeyê de ji ber ku hakîmiyeta xwe ya dîreksiyonê ji dest da li refujê qelibî.
Gor agahiyên ku hatine bidestxistin 6 kes jiyana xwe ji dest dane û 35 kes jî birîndar bûne. Hat diyarkirin ku birîndaran bi ambulansan rakirine nexweşxaneyên hawîrdor. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.