Otobusa rêwiyan gindirî şarampolê: Miriyek, 24 birîndar
Li ser Rêbeja Erzîncan-Erzeromê ji ber ku şofêr hakimiyeta dîreksiyonê winda kir otobusa rêwiyan gindirî şarampolê, di encama qezaya ku pêk hat de kesek jiyana xwe ji dest da û 24 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin li ser Rêbeja Erzîncan-Erzeromê ji ber ku şofêr hakimiyeta dîreksiyonê winda kir otobusa rêwiyan gindirî şarampolê, di encama qezaya ku pêk hat de kesek jiyana xwe ji dest da û 24 kes jî birîndar bûn.
Qeza îro derdora seat 07.00an de li ser 50emîn kîlometreya Rêbeja Erzîncan-Erzeromê pêk hat. Li gor agahiyên ku hatine wergirtin otobusa bi plaqeya 25 EV 625 ji ber ku rê qeşa girtibû şofêr hakimiyeta dîroksiyonê winda kir û otobus gindirî şarampolê. Di encama qezaya ku pêk hat de kesek jiyana xwe ji dest da û 24 kes jî birîndar bûn. Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.