Otobusa rêwiyan ji pirê ket xwarê: 48 birîndar

Otobusa rêwiyan ji pirê ket xwarê: 48 birîndar

Hat ragihandin li Çorumê ji ber ku şofêr hakimiyeta dîreksiyonê winda kir otobusa rêwiyan ji pirê ket xwarê, di encama qezaya ku pêk hat de 48 kes birîndar bûn.

Qeza li ser 40emîn kîlometreya Rêbeja Çurum-Sungurluyê pêk hat. Li gor agahiyên ku hatine wergirtin otobusa bi plaqeya 33 LD 900 a ku ajokarê wê Mehmet Oguz bû û ji Gîresûnê ber bi Enqerê ve diçû ji ber ku şofêr hakimiyeta dîreksiyonê winda kir ji pirê ket xwar. Di encama qezaya ku pêk hat de digel şofêr 48 kes birîndar bûn.

Hat hînbûn rewşa 3 kesên birîndar giran e.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.