Otobûsa rêwiyan li TIRê qelibî: 2 mirî 30 birîndar

Otobûsa rêwiyan li TIRê qelibî: 2 mirî 30 birîndar

Li Xarpêtê otobûsa rêwiyan li TIRê qelibî, di encama qezaya ku pêk hat de 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 30 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin li Depa navçeya Xarpêtê  otobuseke rêwiyan û TIRek li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 30 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin qeza li ser Rêbeja Xarpêt-Çewlîgê pêk hat. Hat diyarkirin otobusa bi plaqeya 34 ZZ 6516 a ku ajokarê wê Muzaffer Ustun bû û TIRa bi plaqeya 33 FH 380 a ku ajokarê wê Zafer Apalik bû li hev qelibîn. Di qezaya ku pêk hat de 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 30 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)






















 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.