Otobûsa rêwîyan qelibî: 4 mirî, 33 birîndar

Otobûsa rêwîyan qelibî: 4 mirî, 33 birîndar

Li Qestemonûyê di encama qelibîna otobûsa rêwîyan de 4 kes canê xwe ji dest dan, 3 jê giran 33 kes jî birîndar bûn.

Qeza, di seat 06.30yan de li navçeya Taşkopruyê pêk hat.

Otobûsa rêwîyan yê ku hêj navê şofêrê wî nehat hînbûn, li alîyê gundê Alatarlayê ji rê derket û qelibî.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û cenderme hatin sewqkirin.

Di encama qezayê de 4 kesan canê xwe ji dest dan, 3 jê giran 33 kes jî birîndar bûn.

Hat diyarkirin ku otobûs ji Stenbolû diçû Sînopê.

Tê îddîakirin ku rê ji ber barîna berfê şimitoqî ye û dibe ku şofêr jî di xew de çûbe.

Mirovên birîndar ji nexweşdaneyên derdorê re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.