Otobusa rêwîyan qeza kir: 6 birîndar

Otobusa rêwîyan qeza kir: 6 birîndar

Li ser Rêbeja Diyarbekir-Rihayê otobusa rêwîyan qeza kir, di encama qezayê de 6 kes birîndar bûn.

Hat ragihandin li ser Rêbeja Diyarbekir-Rihayê otobusa rêwîyan qeza kir, di encama qezayê de 6 kes birîndar bûn.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin qeza derdora seat 07.00an de li Rêbeja Diyarbekir-Rihayê pêk hat. Li gor îddîayan şotobûsa bi plaqeya 06 AIM 09 a ku ji Stenbolê ber bi Sêrtê ve diçû ji ber ku şofêrê  bi navê Îlhan Çîmen hakîmeyeta dîroksîyonê winda kir gindirî şarampolê. Di encema qezaya ku pêk hat de ji 30 rêwîyan tev de 6 rêwî birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.

Polês û cendirmeyên ku hatin warê qezayê lêkolînan kirin. Hat îddîakirin ji ber ku şofêr razaye qeza pêk hatiye.

Derbarê qezayê de lêprsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)




























 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.