Otobusa rêwiyan qûlibî: 4 mirî 18 birîndar

Otobusa rêwiyan qûlibî: 4 mirî 18 birîndar

Li ser Rêbeja Enqere-Qonyayê otobûsa rêwiyan gindirî şarampolê, di encama qezaya ku pêk hat de 4 rêwî jiyana xwe ji dest dan û 18 rêwî jî birîndar bûn.

 

Hat ragihandin li ser Rêbeja Enqere-Qonyayê otobûsa rêwiyan gindirî şarampolê, di encama qezaya ku pêk hat de 4 rêwî jiyana xwe ji dest dan û 18 rêwî jî birîndar bûn.

Qeza derdora 05.30an de li ser 50emîn kîlometreya  Rêbeja Enqere-Qonyayê pêk hat. Li gor agahiyên ku hatine wergirtin otobûsa bi plaqeya 77 BN 325 a ku ji Balikesîrê ber bi Hatayê ve diçû ji ber ku ajokarê otobûsê hakimiyeta dîreksiyonê winda kir gindirî şarampolê. Di encama qezay ku pêk hat de 4 rêwî jiyana xwe ji dest dan û 18 rêwî jî birîndar bûn.

Piştî ku bi qezayê hat hisîn gelek ambûlans û yekîneyên rizgarkirinê sewqî cihê qezayê hatin kirin. Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.