Otomobîl û pîqap li hev qelibîn: Ji heman malbatê 4 birîndar

Otomobîl û pîqap li hev qelibîn: Ji heman malbatê 4 birîndar

Li Entabê di encama lihevqelibîna otomobîl û pîqapê de 1ê wê zarok ji heman malbatê 4 kes birîndar bûn.

Hat ragihandin ku li navçeya Şahînbeya Dîlokê di encama lihevqelibîna otomobîl û pîqapê de 1ê wê zarok ji heman malbatê 4 kes birîndar bûne. Birîndaran sewqê nexweşxanê kirin.

Hat ragihandin ku qeza li Taxa Serînevlera navçeya Şahînbeyê pêk hatiye. Li Taxa Serînevlerê otomobîla bi pleqeya 27 PG 051ê û pîqapa ku nayê zanîn ajovanê wê kiye lihev qelibîn.

Di encama lihevqelibînê de 4 kesên ji heman malbatê yên di otomobîlê de birîndar bûn. Piştî ku tîmên vekuj û tendirustiyê hatin ciyê qeziyê midaxale li birîndaran hat kirin. Dûvre birîndaran sewqê nexweşxanê kirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.