Otomobîla ku ji bo li kûçikê nexe ket bin qemyonê: 3 mirî 1 birîndar

Otomobîla ku ji bo li kûçikê nexe ket bin qemyonê: 3 mirî 1 birîndar

Li Balikesîrê otomobîla ku ji bo li kûçikê lênexe manewra kir û li qemyona ku ji ji aliyê din dihat xist. Di qezayê de 3 kes jiyana xwe ji dest xist, 1 kes jî birîndar bû.

Qeza, li Taxa Ogretmenlera rêbeja Edremît-Îzmîrê pêk hat. Li gor agahiyên hat bidestxistin, şiferê otomobîlê ji ber ku kûçikê nexe carekê de manewra kir. Di wê demê de otomobîl li qemyona bi plakaya 10 AEK 163ê ku ji aliyê din dihat qelibî.

Di encama qezayê de 3 kesên ku di otomobîlê de bûn mirin û 1 kes jî birîndar bûn.

Li ser agahdayînê ekîbên tendirustî û polîsan hatin li cihê bûyerê.

Birîndar bi ambûlansê hat rakirin nexweşxaneyê, cenaze jî hat rakirin morgê.

Di heqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.