Pakîstan Li Ser Piya Ye

Pakîstan Li Ser Piya Ye

Li Gelek Bajaran Digel Mudaxela Polîsan Jî Protesto Gûr Dibin

Li Pakîstanê do li gelek bajaran, ji ber fîlma heqaretwarî millet rabu ser piya. Ev çend roj e protesto nasekinin. Millet li ber sefaretxana Emrîka kom dibin, digel marûzî mudaxela hêzên ewlehiyê bibin jî, tepkiyên xwe nîşan didin.

Li Îslamabadê bi hezaran xwendekar û protestovan, heta ber sefaretxana Emrîka meşiyan. Di aleyhê Emrîka û Îsraîlê de slogan avêtin. Tekbîr anîn, ji hikûmetê xwestin ku têkiliyên xwe bi Emrîka re bibirin. Polîs mudaxela protestovanan kir. Ji bo wan belav bike, bi ber hewayê ve gulle berda, bombên rondikbarîner avêt. Di navbera protestovan û polîsan de pevçûn qewimîn. Di hadîseyan de qezetevanek hat kuştin.

Her wiha li Lahorê bi hezaran protestovan kuçe û kolan dagirtin. Slogan avêtin. Tekbîr û selewat anîn. Di panqartên xwe de wiha diyar kirin “Ji bo protestokirina heqaretên li pêxemberê me em li vir in. Pêxemberê me şerefa me ye. Terora sîberê bisekinînin.”

Dewlet ji bo ku di hadîseyan de mîna li Lîbya û Misrê kuştin neqewime, ordiyê xist alarmê. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.