"Panela Navneteweyî ya Selaheddîn û Qudsê" dest pê kir
"Panela Navneteweyî ya Selaheddîn û Qudsê" ku ji hêla HUDA PARê ve bi mijara "Qudsa Selaheddîn" tê lidarxistin, li Rihayê dest pê kir.
"Panela Navneteweyî ya Selaheddîn û Qudsê" ya HUDA PARê ku ji bo bîranîna salvegera fetha Qudsê tê lidarxistin, li Hola Konferansê ya Navenda Çand û Ciwanan a Şaredariya Xelîlîyê tê lidarxistin.
Serokê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, akademîsyen, lêkolîner, alim, pêşengên raya giştî yên xwecihî û biyanî û nûnerên saziyên civaka sivîl beşdarî bernameyê dibin.
Panel ew ê rewşa li Qudsê û pêşketinên li Xezzeyê bi mînaka Selaheddîn nîqaş bike.
Piştî vekirin û pêşgotinan, bername bi xwendina Qur'ana Pîroz ji hêla Mele Mehmet Hayati Baybostancı ve dest pê kir û bi axaftina pêşwaziyê ya Alîkarê Serokê HDA PARê Îshak Saglam berdewam kir.
Piştre, panela ku ji hêla Serokê Platforma Qudsa Azad Suleyman Kizilçinar ve tê birêvebirin, dê dest pê kir. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.