Panela referandûma serxwebûnê ya li Enqerê hat qedexekirin

Panela referandûma serxwebûnê ya li Enqerê hat qedexekirin

Li Enqerê dihat xwestin ku di otelekê de derheqê referandûma serxwebûnê ya Kurdistana Iraqê de panelek bê tertîpkirin. Ev panela ku dihat xwestin bê tertîpkirin ji teref Walîtiya Enqerê ve hat qedexekirin.

Hat ragihandin  li Enqerê dihat xwestin ku di otelekê de derheqê referandûma serxwebûnê ya Kurdistana Iraqê de panelek bê tertîpkirin ku hat diyakirin ev panel ji teref Walîtiya Enqerê ve hat qedexekirin.

Di daxuyaniya ku ji teref Walîtiya Enqerê ve hatiye dayîn de derheqê mijarê de hat ragihandin panela bi navê “Referandûma Serxwebûnê  ya Herema Kurdistanê û Dahatûya Pêwendiyên Herema Kurdistanê û Tirkiyê”  ya ku ew ê di 16ê Îlonê  de roja şemiyê hatibana tertîpkirin hatiye qedexekirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin panel ji ber hinceta ewlehiyê hatiye qedexekirin.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.