Panzerê Şahîn Oner Kuştiye

Panzerê Şahîn Oner Kuştiye

Şeva yekşema borî, li mehela Şehîtlîka Diyarbekir, hinek protesto hatibûn kirin. Polîsan mudaxela protestovanan kiribûn. Şahîn Onerê 19 salî can da bû.

 Şeva yekşema borî, li mehela Şehîtlîka Diyarbekir, hinek protesto hatibûn kirin. Polîsan mudaxela protestovanan kiribûn. Şahîn Onerê 19 salî can da bû.

Piştî hadîseyê walîtiya Diyarbekir beyan kiribû ku, Şahîn Oner bi teqîna bombeya ku bi desta hatiye çêkirin can daye. Merivên xortê 19 salî jî îddîa dikirin ku, panzer li bingê Şahîn ketiye û bi wî awayî can daye.

Feqet piştî rapora otopsiyê hat zanîn ku, Şahîn Oner ji teref panzerê ve hatiye kuştin. Parêzerên malbatê rapora otopsiya Onerê, bi qamûyê re parve kirin. Parêzeran di beyana xwe de wiha gotin “Qetî di destê wî de bombê destî yan jî maddeyek din ya teqemenî ne teqiyaye. Di raporê de eşkere ye ku, serê wî, zikê wî, parx û lingên wî hatine eciqandin û bi vî awayî can daye. Wezîfa walî çi ye? Gelo parastina polîs e yan parastina mal û canê welatiyan e? Waliyekî wiha emîntiya xwe winda kiriye. Divê ji vê saetê pê ve li vir wezîfê neke.”

Bangaheq

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.