Papa Îstîfa Dike
Papa Benedîktê 16an yê lîderê rûhanî yê cîhana Katolîkan beyan kir ku, ji ber nexweşiyên xwe bi îradeya xwe ya hur îstîfa dike. Papa li Romayê di civînekê de vê qirarê eşkere kir.
Papa Benedîktê 16an yê lîderê rûhanî yê cîhana Katolîkan beyan kir ku, ji ber nexweşiyên xwe bi îradeya xwe ya hur îstîfa dike. Papa li Romayê di civînekê de vê qirarê eşkere kir.
Papa Benedîktê 16an wiha got “Ez bi îrade xwe ya hur, dev ji wezîfê berdidim. Ji ber umrê dirêj taqeta min tune ku, wezîfê bidomînim. Haya min ji cîddiyeta qirara minê berdanê heye.”
Watîqan tesdîq kir ku, wê papa di 28ê Sibatê de dev ji wezîfê berde û di nêz de wê papayê nû bê hilbijartin. Papayê 85 salî, bi eslê xwe ji Elmanyayê ye. Di tarîxa Watîqanê de, kesê duda ye ku îstîfa dike. Li ser mirna Papa John Paulê 2an, di 2005an de bûbû lîderê cîhana Katolîkan.
Bangaheq
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.