Parastina Bi Zimanê Dayikê Hat Tesdîqkirin

Parastina Bi Zimanê Dayikê Hat Tesdîqkirin

Serekomar Ebdullah Gul, qanûna ku rê dide parastina bi zimanê dayikê û hevdîtina mehkûm û kufletên wan, tesdîq kir.

 Serekomar Ebdullah Gul, qanûna ku rê dide parastina bi zimanê dayikê û hevdîtina mehkûm û kufletên wan, tesdîq kir.

Li gor qanûnê bersûc piştî ku, derheqê wî de îddîaname bê xwendin û mutalaa ya esasî bê dayîn, wê parastina xwe ya devkî, bi kîjan zimên bixwaze karibe bike. Ji bo wergerandina parastinê jî, wê tercumanê xwe ji lîsteya tercumanan ya ku ji teref komîsyonên edaleta edlî ve hatine amadekirin bineqîne. Mesref û perê tercuman, ji teref dewletê ve nayê dayîn. Heta ku lîsteyên tercumanan bên hazirkirin, wê girtî tercûmanê xwe bibe celseyan.

Ev îmkan wê ji bo ku, bi derengî xistina mehkemê neyê bikaranîn. Îmkana dana tercumana, wê di qonaxa lêpirsînê de, ji bo kesên gumanbar, mexdûr û şahidan jî bê tetbîqkirin. Di vê qonaxê de wê tercuman ji teref hakim û sawciyên cimhûriyetê ve bên tayînkirin.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.