“Parastina rûmeta Mescîda Eqsayê wezîfeya temamê alema Îslamê ye”

“Parastina rûmeta Mescîda Eqsayê wezîfeya temamê alema Îslamê ye”

Serokkomar Erdoganê ku beşdarî merasîma vekirina konferansa ku ji teref YOKê ve hat tertîpkirin bûderheqê Mescîda Eqsayê de diyar kir ‘Parastina rûmeta Mescîda Eqsayê wezîfeya temamê alema Îslamê ye.’

Ji teref Lijneya Perwerdehiya Bilind ve konferasnsa bi navê ‘Li Alema Îslamê Pêkanîna Qadên Peşrşwerdehiyên Bilind’ hat tertîpkirin. Serokkomar Erdoganê ku beşdarî konferansê bû axavtina vekirinê ya konferansê kir.

 “Parastina rûmeta Mescîda Eqsayê wezîfeya temamê alema Îslamê ye”

Erdogan di axavtina ya ku kir de diyar kir ew Qudsa ku sembola aştiyê ye li hember wan êrîşên ku tên kirin hewil dide li ber xwe bide û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “  Birêveberiya îsraîlê ji bê hêzbûn û perçebûna Mislimanan cesaretê  distîne  her roj bi sepaneke nû hewil dide lehenga Îslamî ya Qudsê tahîrb bike. Ew kesên ku di her firsetê de berê tenkîdan didin Tirkiyê, dema ku mesele Filistîn û Quds be, maf û heqên Mislimanan be, mixabin xwe li kerritiyê dideynin û dengê xwe dernaxin. Êdî bila tu kes ji me hêvî neke ku em li dijî van durûtiya bêdeng bisekinin.Parastina rûmeta Mescîda Eqsa wezîfeya temamê alema Îslamê ye.”(ÎLKHA)








 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.