Parêzerên Yasîn Boru ji bo midaxilê doza Demrîtaş û Yuksekdagê bibin serîlêdan kirin
Parêzerên Doza Yasîn Boru û hevalên wî yên ku di 6-7ê Cotmeha sala 2014an de ji teref alîgirên PKK/HDPê ve hatibûn qetilkirin xwestin ku midaxilê doza ku Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdagê ku tên darizandin bibin.
Parêzerên Doza Yasîn Boru, Huseyîn Dakak, Rîyat Guneş, Hasan Gokgozê di 6-7ê Cotmeha sala 2014an de ji teref alîgirên PKK/HDPê ve hatibûn qetilkirin xwestin ku midaxilê doza ku Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdagê ku tên darizandin bibin.
Daxwaznameya ku bi pêşîwantiya parêzerên dozê Abdulganî Orhan Hasan Bozdaş û Murat Sadak hat amadekirin û herîkêm îmzaya 50 parêzeran tê de ye ji Mehkemeya Cezaya Giran a 8 emîn a Diyarbekirê re hat dayîn.
Di idîanameya Hevserokên HDPê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdagê de bi hinceta ku gel li dijî qanûn, civîn û xwepêşaniyê tehrîk kirine ji Demîrtaş re di nabeyna 43-142 û ji Yuksekdagê re jî di nabeyna 30-83 salan de ceza tê xwestin.
Her wiha di idîanameya Demîrtaş de tê diyarkirin ku wî di gelek axavinên xwe de gel tehrîk kiriye û sedema pêkhatina bûyerên 6-7ê Cotmehê ew ku axavtinên ku tûndiyê meşrû didin nîşandan û propexendeya PKKê kiriye.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.