Parlamenter Ramanli: Em ê tev bi hev re birînên xwe derman bikin

Parlamenter Ramanli: Em ê tev bi hev re birînên xwe derman bikin

Palamenterê Êlihê Serkan Ramanli hemû bernameya xwe ya li Enqereyê di nivî de qut kir û taxên Êlihê yên ku ji lehîyê tesîrdar bûne zîyaret kir, wî diyar kir ku ew ê tev bi hev re van birîndan derman bikin.

Parlamenterê Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli, rewşa malbatên ku ji lehîyê tesîrdar bûne di nêz de lêkolînan kir, dikan û xanîyên ku ji lehîyê tesîrdar bûne jî zîyaret kir û daxwazîyên xwe yên derbasî be ji wan re got.

Ramanli malbatên mirovên ku di lehîyê de canê xwe ji dest dane zîyaret kir û ji bo wefatîyan sersaxîya xwe anît ziman.

“Mixabin 4 welatîyên me rehmet kirin”

Ramanli di lehîyê de lêkolînan kir û ji Walî Ekrem Cenap agahîyan stand

Piştî lêkolînan Ramanli daxuyanî da û weha got, “Li taxên Êlihê bi taybetî li taxên ku nêzê çem in piştî barana ku li Êlihê dest pê kiribû, gelek xanî û dikan zerarê dîtin. Mixabin 4 welatîyên me canê xwe ji dest dan. Nezêdebûna hejmarê wefatîyên me di alîyekî de ji bona me tesellîyekî ye.”

“Em di sala 2006an de jî bi felaketekî lehîyê re rûbirû mabûn”

Ramanli, Ekîbên Şaredarîyê û Îdareya Taybet a Bajarê li vê derê ji bo tehlîyekirina ava ku ketîye nav xanî, dikan û depoyan dixebitin. Em di sala 2006an de jî bi lehîyekî mezin re rûbirû mabûn. Wê demê zêdetir welatîyên me wefat kiribûn û zerarên me mezin bûn. Daxwazîya me ev e ku bila bi lezgînî tespîtên xesaran bên kirin. Bi dehan malbatên me hene ku niha nikarin bikevin nav malên xwe, çîmkî xanîyên wan zerarê dîtîye. Niha ji teref walîtîyê ve ji bo cîbicîkirina wan malbatan ji wan re cîh hatîye tespîtkirin. Înşaallah ew ê di demeke nêz de li derve mayîna malbatan bê pêşgirtin.”

“Divê welatîyên ku di nav xanîyên zerarê dîtine de ne bên tehlîyekirin.”

Serkan ramanli di berdewama axavtina xwe de îfade kir divê ku baran bidome û dûre weha got:

“Baran didome. Hişyarî jî didomin. Berdewamkirina baranê tê vê meneyê dibe ku lehîyekî nû jî çêbibe. Bi taybetî em ji welatîyên xwe dixwazin ku bila ev çend roj nekevin nav malên xwe, bila biçin malên eqrebeyên xwe yên ku ji li vê derê dûr in. Em ê jî di dermankirina birînên xwe de xebatekî nîşan bidin.

Em ji Rebbê xwe daxwaz dikin ku bila felaketekî ewakî cardin neyê ser serê me. Xweda me ji bela û afatan mihafeze bike. Em ê tev bi hev re birînên xwe derman bikin. Ez cardin ji bo welatîyên xwe yên ku wefat kirine re ji Xwedê Teala daxwazîya rehmê dikim. Ji bo malbatên wan jî daxwazîya sebrê dikin. Bila Rebbê me ji tiştên xirabtir me mihafeze bike.”

Bi tevî Ramanli, Serokê Bajarê Êlihê yê HUDA PAR Davut Şahîn, Serokê Navçeya Navend Cîhad Altûn û partîyî jî di sehayê de bûn. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.