Parlamenterê Entabê û Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Demîr: Ev memleket wê bi xizmeta HUDA PARê pêşve here

Parlamenterê Entabê û Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Demîr: Ev memleket wê bi xizmeta HUDA PARê pêşve here

Parlamenterê Entabê û Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Şahzade Demîr di bernameya danasîna projeya Namzedê Serokê Şaredarîya Şirnexê yê HUDA PARê Mustafa Çîmen de bi çapemenîyê re hat cem hev û daxuyanîyan da.

Sekreterê Giştî û Parlamenterê Entabê yê HUDA PARê Şahzade Demîr, di bernameya danasîna projeyên partîya xwe de axavtinek kir.

Demîr di axavtina xwe de qala fêhma sîyasî ya partîya xwe kir û got;

Demîr weha got, “Mîsyona me ya herî muhîm ev e ku em naxwazin li ser mile xelkê xwe bibin barekî, em dixwazin ku li cem xelkê xwe bibin sazîyekî sîyasî ku wê sazîyê pirsgirêkên xelkê me çareser dike, em dixwazin bibin partîyekî sîyasî ku barê xelkê xwe ji wan hilbigrin û bi xelkê xwe re neyartîyê nekin. Hem di sîyaseta mehellî de hem jî di sîyaseta li Meclîsê de wezîfeya me ya esas ewakî ye. Em partîyekî wisa ne ku dixwazin pirsgirêkên xelkê xwe bigrin ser mile xwe.”

Demîr, di berdewama axavtina xwe de bal li ser petrola ku li Gabarê tê derxistin kişand û îfade kir ku bila qezencên petrole jî ji xezîneyê re bê şandin.

Demîr, “Derîyê Sînora Xabûrê ji vê welatê di warê qezencê de derîyekî gelek muhîm e. Divê Derîyê Sînora Xabûrê di warê aborîyê de vî welatê pêşve bibe, lê ji bona ku xelkê mehellî jê îstîfade bikin gelek astengî têne derxistin. “

Demîr derheqê pirsgirêkên Şirnexê de jî axivî û îfade kir ku ew ê di Şaredartîya HUDA PARê de van pirsgirêkan hal bibe.

Demîr di dawîya axavtina xwe de weha got, “Bi îzna Xwedê ew ê ev memleket bi xizmeta HUDA PARê pêşve here, ew ê cardin abad bibe. Em ji bona ku pirsgirêkên Şirnaxê çareser bikin dixebitin. Li Şirnaxê nêzê 40-50 hezar gundparêz hene, vana jî di warê maf û meaşên xwe de pirsgirêkan dikşînin, divê pirsgirêkên wan bên çareserkirin.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.