Parlamenterê HUDA PARê Demîr, li Meclîsê derheqê zemê ku li meaşê teqawîdan hatîye kirin de axivî

Parlamenterê HUDA PARê Demîr, li Meclîsê derheqê zemê ku li meaşê teqawîdan hatîye kirin de axivî

Sekreterê Giştî û Parlamenterê Entabê yê HUDA PARê Şahzade Demîr di Sazîya Giştî yê Meclîsê de axivî, Demîr di axavtina xwe de derheqê zema ji sedî 49,25 ku li meaşê teqawîdan hatîye kirin de nirxandinan kir.

Demîr di axavtina xwe de weha got:

“Zemên a sala 2024an ya tewaqîdên SSK, BAGKUR û memûran di civîna kabîneya dawîn de bi asta ji sedî 5 zêde bû, meaşê herî kêm yê teqawîdan jî 10 hezar Lîre hat eşkerekirin. Di şeş meha duyemîn a sala 2023yan de ji personelên raya giştî re zamekî seyyanî hatibû dayîn û ev zema zeyyanî ji teqawîdan re nehatibû kirin, ev jî ji teref teqawîdan ve bûbû sedema bertekan. Di vê rewşa ku destheqê kêmtirîn bûye 17 hezar lîre, sînora birçîbûnîyê ya malbetekî ku 4 nifûsin 47 hezar lîre, sînora birçîbûnîyê 16 hezar lîre, mealîyeta jîyana mirovekî ezeb jî 18 hezar lîre hatîye pîvandin de mehkûmkirina ji 10 hezar lîreyî re ya teqawîdên SSK û BAGKURê biryarekî pirsgirêk e, ev qerar li gorî şert û mercên aborîyê jî ne minasîb e. Bi qerara EYTê hejmarê teqawîdan zêde bûye û ji ber vê yekê em zanin ku di warê dayîna meaşê de gelek zehmetîyê dide kişandin. Encax li gorî me hemû zehmetîyan bidin pişta teqawîdan ne tişrekî rast e. Ji ber vê yekê em diyar dikin ku bila bi lez û bez meaşê teqawîdan were rastkirin.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.