Parlamenterê HUDA PARê Faruk Dînç: Lazim e ku mifredatekî li gorî nirx û hêjayên me bê amadekirin

Parlamenterê HUDA PARê Faruk Dînç: Lazim e ku mifredatekî li gorî nirx û hêjayên me bê amadekirin

Parlamenterê Mêrsînê yê HUDA PARê Faruk Dînç, bernameya mifredata “Modela Mearîf ya Sedsala Tirkîyê” ku ji teref Wezareta Perwerdehî ya Netewî ve hatîye parvekirin nirxand, wî got lazim e ku mifredatekî li gorî nirx û hêjayên me bê amadekirin.

Parlamenterê Mêrsînê û Serokê Polîtîqayên Ciwanî yê HUDA PARê Faruk Dînç, di Sazîya Giştî yê Meclîsê de destûr girt û derheqê bernameya mifredata MEBê de nirxandinan kir.

Dînç destnîşan kir ku mifredata perwerdehîyê, ji neslan re ehemmîyetekî jîyanî heye, “Bernameyên ku ji rojavayê hatine îthalkirin û heta niha hatine tetbîqkirin, neslên me ji nirxên me yên qedîm dûr xistîye; wan ji bawerî, çand û nirxên wan re biyanî kirine. Ev fêhm, li hember şaristanîya rojavayê dûçarê ziletê bûye, bûye sedema perwerdebûna neslên ku hînê bêçaretîyê bûne. Gelek welatên rojavayê, li gorî welatên me rewşa wan xerab e lê, gelek ciwanên me diçin wan welatan û welatên xwe terk dikin. Esil meseleya bekayê ev e.”

Dînç di berdewama axavtina xwe de weha got:

“Em wek HUDA PARê bang dikin ku bila mifredatekî ku ji neslên em re netewîye û hemû kesan di nav xwe de dihewîne, qolonên meddî û menewî esas digre bê sazkirin. Weka ku em bi bernameyên mifredata ku îthal e û li gorî bawerî û nirxên me nîne nikarin neslên xwe perwerde bikin, em nikarin sibe roja xwe jî lê bikin. Dema ku em nesla xwe winda bikin em ê sibe roja xwe jî winda bikin. Ji ber vê yekê lazim e ku mifredatekî li gorî nirx û hêjayên me bê amadekirin û bibîr dixin ku ev tişt bi acîlî bê kirin, Sazîya Giştî bi rêz silav dikim.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.