Parlamenterê HUDA PARê Farûk Dînç: Me ji bo çareserîya pirsgirêka kuçikan pêşnîyarek pêşkêşî Meclîsê kir

Parlamenterê HUDA PARê Farûk Dînç: Me ji bo çareserîya pirsgirêka kuçikan pêşnîyarek pêşkêşî Meclîsê kir

Parlamenterê HUDA PARê Farûk Dînç, di Meclîsê de derheqê rojeva hindir û rojeva derve de nirxandinan kir.

Dînç, ji gotina xwe re bi sersaxîya Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ku di qezayê de wefat kiribû dest pê kir û diyar kir ku Xwedê bila ji Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Karên Derve Huseyîn Emîr Abdullahîyan û lijneya ku di qezaya helîkopterê de wefat kirine re rehma xwe bike, ji dost û xelkê Îrana bira re jî sersaxîyê şand.

Dînç, diyar kir ku ew di vê daxuyanîyê de wek her caran di rojeva wan a ewil de qirkirina ku li Fîlîstînê tê kirin heye û ew ê qalkirina van qetlîaman bidomînin.

Sûcên rejîma îşxalker ên li dijî êsîran

Dînç bibîrxist ku li dijî êsîrên Fîlîstînî gelek muameleyên xerab yên ciddî hene û weha axavtina xwe domand, “îsraîla îşxalker êsîrên Fîlîstînîyan bi muameleyên xerab û îşkenceyan qetil dike. Di vî warî de rejîma îşxalker ji 7 Cotmehê vir ve ji êsîrên Fîlîstînîyan re avê, xwarinê û lazimatîyên esas yên dinê nade û wan ji tiştên bingeh mehrûm dihêle. Hatîye dîtin ku rejîma îşxalker di girtîgehên xwe de li dijî Xezzeyîyên ku wan desteserkirine muameleyên ne însanî bikaranîtîye. Hatîye belgekirin ku êsîrên Fîlîstînî; bi taybetî bi bêanestezîyê hatine emelîyatkirin, dest û nigên wan an jî organên wan ên dinê hatine jêkirin, hatine derbkirin, ji wan re muameleyên xerab hatine kirin û bi darikan xwarinê dane wan. Di çapemenîya îşxalê de hatîye weşandin ku 27 Fîlîstînîyên êsîr ên ku ji 7ê Cotmehê vir ve hatine girtin in di tesîsên leşkerî de hatine şehîdkirin, ew bi xwe vê tiştê îtîraf kirine.”

Dînç, destnîşan kir ku divê rejîma îşxalker di Dîwana Edalet ya Navneteweyî de, hesabê van îxlalên ku li dijî Fîlîstînîyan bikartîne bide, “Efrîqaya Başûr, gotîye ku ew di Dîwana Edalet ya Navneteweyî de di vê meseleyê de îşxalkeran dane mehkemeyê, bi vî alîyê Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyeyê jî dexlê vê dozê bûye. Em jî di vî warî de dibêjin ku; Wezareta Karên Derve yê Tirkîyeyê jî ev muameleyên xerab ên li dijî êsîrên Fîlîstînîyan bigre rojeva xwe û di herêma navneteweyî de mueyyîdeyên sîyasî û hiqûqî jî bikarbîne.”

Dînç di berdewama axavtina xwe de derheqê rojeva hindir de jî nirxandinan kir.

Dînç, di nirxandina xwe de qala platformên dîjîtalî yên li Tirkîyeyê jî kir û got ku van platforman malbata xera dike û divê li hember vana tedbîr bêne girtin.

Ji teref Dînç ve derheqê koçerên ku li bajarên Çewlig, Xarpêt, Erzirom û Mûşê dijîn de jî nirxandin hat kirin û hat îfadekirin ku bila pirsgirêkên wan bêne çareserkirin.

Di rojeva HUDA PARê de pirsgirêka kuçikên beredayî jî hebû.

Pirsgirêka kuçikên beredayî

Dînç, destnîşan kir ku êrîşên heywanên derve û kolanan her roj ku diçe zêde dibe; bal hat kişandin di encama van êrîşan de birîndarbûn çêdibin û hetta bûyerên mirinê jî çêdibin, bi taybetî zarokên ku di seatên serê sibehê de diçin dibistanê di bin talûkeyê de ne.

Dînç, di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku di vî warî de ne tenê zarok di bin talûkeyê de ne, îxtîyarên ku diçin camîyan, hetta mirovên mezin jî di vî warî de di bin talûkeyê de ne.

“Me pêşnîyara xwe ya Qanûnê pêşkêşî Meclîsê kir”

Dînç, di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku qanûnên ku niha di rewacê de ne, ewlehîya kuçikên beredayî di kolanan de heye dibêje, mayîna wan a di sitargehan de jî asteng dike, “Em bi vî alîyê dibêjin ku, kuçikên beredayî ji kolanan dûr bixin, ji bona wan divê sitargeh bêne çêkirin û ev kuçikên beredayî di wan sitargehan de bêne girtin, bi vê şeklê hem hejmarê wan di bin kontrolê de be hem jî ewlehîya welatîyên me bêne tertîpkirin. Çîmkî êdî parq ji cîhê zarokan derketîye û bûye cîhê kuçikan. Divê di kolanan de zarokên me bileyîzin lê êdî wisa bûye ku mirov ji kuçan nikare di wan parq û kolanan de derbas bibe. Hem ji bo ewlehîya kuçikan hem jî ewlehîya welatîyan divê ev çareserî bê kirin û me jî di vî warî de pêşnîyara xwe pêşkêşî Meclîsê kir. Di vî warî de em ji hemû parlamenterên xwe li hêvîya destekê ne. Bi îzna Xwedê ew ê bi vê şeklê hem welatîyên me hem jî kuçikên kolanan di bin ewlehîyê de bin, cîheke bi tenduristî jî bê çêkirin.”

(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.