Parlamenterê HUDA PARê Ramanli, bi apê Zulfî yê ku ji ber nedayîna nefeqeyê ketibû hefsê re hevdîtinê kir

Parlamenterê HUDA PARê Ramanli, bi apê Zulfî yê ku ji ber nedayîna nefeqeyê ketibû hefsê re hevdîtinê kir

Berdevkê Partîyê û Parlamenterê Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli, li ser telefonê bi Zulkîf Şîrînê 81 salî ku li navçeya Înegola Bûrsayê dijî û ji ber ku nefeqeya xwe neda hatibû girtin re axivî û ji wî re daxwazîyên xwe yên derbasîyê teqdîm kir.

Zulkîf Şîrînê 81 salî ku li navçeya Înegola Bûrsayê dijî, ji ber ku nefeqeya pîreka xwe ya berê nedabû hatibû binçavkirin û dûre jî hatibû girtin.

Berdevkê Partîyê û Parlamenterê Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli, bi telefonê li wî gerîya û bi wî re axivî.

“Di nefeqeya bêdemî de tertîpkirinekî şert e”

Ramanli li ser hîsaba xwe yê medyaya civakî weşanek parve kir û di wê weşana xwe de weha got, “Ez bi apê Zulfî yê 81 salî ku li Înegola Bûrsayê dijî û ji ber ku nefeqeya xwe nedabû hatibû girtin re hevdîtinê kirim. Dema ku ez bi vê bûyerê hesîyam bi Serokê me yê Baroya Bûrsayê Birêz Metîn Oztosun re hevdîtinê kiribûm û em bi hev re vê meseleyê jî dişopandin. Dema ku ez hûrgilîyên bûyerê lêkolîn dikirim hînbûm ku ew hatîye serbestberdan û min ji wî re daxwazîyên xwe yên derbasbûnê teqdîm kir. Ji bona mexdurîyeta ev nefeqeya ku hem ji pîrek hem jî ji zilaman re heye re divê bi lez û bez tertîpkirinekî bê kirin.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.