Parlamenterê HUDA PARê Şahzade Demîr: Divê doza Narîn Gûran ji nû ve bê vekirin
Parlamentera HUDA PARê ya Entabê Şahzade Demîr, di civîna çapemeniyê ya ku li Meclisê li dar xist de, li ser pirsên derbarê doza Narîn Guran de bal kişand û xwest ku doz ji nû ve were vekirin.
Parlamentera HUDA PARê ya Entabê Şahzade Demîr li Meclisê civîneke çapemeniyê li dar xist û li ser mijarên rojane nirxandinan kir. Demîrê li ser doza Narîn Gûran, pirsgirêka berdewam a kûçikên beredayî yên ku jiyana xwe ji dest didin û tofanên wêranker ên li Entab û Rihayê axivî.
Demîr, bi bîr xist ku pêvajoya lêpirsîn û darizandina doza Narîn Guran ji destpêkê ve mijara nîqaşeke cîddî ya raya giştî ye û got, "Biryara dawî hesta edaletê ya raya giştî têr nekiriye. Gumanên xurt hene ku lêpirsîn bi awayekî netemam û alîgir hatiye kirin, û delîl bi awayekî berfireh, dadperwerane û li gorî prensîbên bingehîn ên qanûnî nehatine nirxandin. Bi rastî, raya dijber a serokê dadgeha îstînafê bi zelalî dibêje ku tomarên kamerayê, daneyên îstasyona bingehîn û encamên sûc bi têra xwe nehatine lêkolîn kirin; û nakokiyên di navbera daxuyaniyan de nehatine çareser kirin."
"Ji nû ve nirxandina dozê bûye meseleyeke wijdanî"
Demîr diyar kir ku kêmasiyên di pêvajoya darizandinê de armanca gihîştina rastiya maddî têk birine û got, "Her çend biryara dozê ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatibe pejirandin jî, dema ku daxuyaniyên nû yên ku di raya giştî de hatine nîşandan û hesasiyeta ku Wezareta Edaletê di dozên wekhev de nîşan daye bi hev re têne nirxandin, ji hêla qanûnî û exlaqî ve pêwîst bûye ku doz ji nû ve were lêkolînkirin û darizandin ji nû ve were vekirin."
Demîr axaftina xwe bi van gotinan berdewam kir: "Ji bo ku rastî derkeve holê, berpirsiyar li ber edaletê hesab bidin û wijdanê raya giştî razî bibe, divê doza Narîn Guran bi awayekî ku cîh ji gumanan re nehêlin ji nû ve were nirxandin û pêvajoyek bi bandor, serbixwe û bêalî were meşandin."
"Kûçikên beredayî bûne pirsgirêkek ewlehiya giştî"
Demîr di civîna çapemeniyê de behsa mijara kûçikên beredayî jî kir û tekez kir ku ev mijar bûye mijareke lezgîn a ewlehiya giştî ku êdî nayê paşxistin.
Demîr diyar kir ku polîtîkayên civakî yên nebaş û nebûna çavdêriyê dibin sedema windakirina jiyanên nû, û bi bîr xist ku ewlehiya zarokan berpirsiyariya sereke ye.
Demîr li ser mirina Hamza Ozsoy ê 5 salî li Wanê ji ber êrîşa kûçikekî, bertek nîşan da û got, "Nekarîna şaredariyan di bicihanîna berpirsiyariyên xwe de bi bandor û qelsiya mekanîzmayên wan ên kontrolê rê li ber van bûyerên trajîk vedike. Nêzîkatiyeke polîtîkayeke hevseng ku jiyana mirovan dide pêş lê dilovaniya li hember heywanan paşguh nake, êdî ne hilbijartinek e, lê pêdivîyek e. Divê hemû sazî gavên biryardar, bilez û hevrêz bavêjin."
Kûçikên ku zarokê 5 salî lêdane hêna jî li dora malê digerin.
Demîr bi van gotinan rewşa trajîk a piştî bûyerê vegot:
"Li gorî agahiyên ku me wergirtine, kûçikên ku bi awayekî trajîk zarokê me kuştine hêna jî li dora malê digerin, û xwîna zarok hêna jî di devê wan de ye. Lê xizmên zarok hîn jî ji ber qedexeyên qanûnî nikarin dest bidin van kûçikan an jî mudaxeleyî wan bikin."
"Divê zehmetiyên ku ji ber karesata bahozê li Entabê û Rihayê çêbûne bi lez û bez werin çareserkirin"
Demîr di civîna çapemeniyê de behsa bahoz û barana dijwar a ku li Entab û Rihayê bandor kir jî kir û diyar kir ku li navçeya Bîrecikê ya Rihayê felaket pir giran bûye. Wî got, "Ji ber vê bahozê welatiyekî me canê xwe ji dest da. Em sersaxiyê ji malbata wî re dixwazin û ji Xwedê re rehma xwe li wan bike. Li gorî agahiyên ku heta niha hatine wergirtin, 29 welatiyên me birîndar bûne û em ji wan re başbûneke bilez dixwazin."
Demîr tekez kir ku piraniya banên li Entab, Riha û Birecikê ji ber bayê rabûne, ku bûne sedema ziyanên maddî yên girîng, û ev bang li rayedaran kir:
"Em ji rayedaran dixwazin ku ji bo nirxandina zirarê û sivikkirina êşê, ji bo pêşîgirtina li zehmetiyên zêdetir ji bo welatiyan, ji bo vegera jiyana normal û ji bo vegerandina elektrîkê li van hemû bajaran, bi lez tevbigerin. Ji bo pêşîgirtina li êşên zêdetir, girîng e ku ev pirsgirêk bi lez werin çareserkirin." (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.