Parlamenterê HUDA PARê Şehzade Demîr: HUDA PAR hêvîya vê xelkê ye

Parlamenterê HUDA PARê Şehzade Demîr: HUDA PAR hêvîya vê xelkê ye

Parlamenterê Entabê yê HUDA PARê Şahzade Demîr îfade kir ku HUDA PAR hêvîya vê xelkê ye, lazimatîya memleket ji fêhma sîyaseta HUDA PARê re heye.

Sekreterê Giştî û Parlamenterê Entabê yê HUDA PARê Şahzade Demîr ku ji xebatên hilbijartin yê Serokatîya Bajara Entabê yê HUDA PARê re destekê dide, di çarçoveya xebata hilbijartinê de bi teşkîlat û endamên partîya xwe re hat cem hev.

Demîr li vê derê li ser çend sernavan axivî û îfade kir ku divê gerek ew pir bixebitin û bi çar destan bi vê hilbijartinê bigrin.

“Lazimatîya memleketê ji HUDA PARê re heye”

Demîr îfade kir ku lazimatîya memleketê ji HUDA PARê re heye weha got, “Îro jî li hember vê civakê mesulîyetekî me heye. Lazimatîya memeleket û civakê ji me re heye. Bi taybetî lazimatîya sazîya malbatê, lazimatîya ciwanîyê ji van jî cudatir lazimatîya ummetê ji HUDA PARê re heye. Cîhên ku em diçin li wê derê welatî ji me re dibêjin, ‘hêvîya vê civakê hûn in’. Bi îzna Xwedê em ê mesleheta ummeta Îslamê bi qewettir biparêzin.”

Demîr di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku ew ji hilbijartina mehellî ya 31ê Adarê re bi nav û logoyên xwe beşdarî dibin.

“HUDA PARê hêvîya vê xelkê ye”

Demîr di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku HUDA PAR ji sîyasetê re nefesekî paqij û nerînekî ku însanê kirîye navenda xwe daye qezenckirin, “Niha HUDA PAR bûye partîyekî wisa ku li temamê Tirkîyeyê ji teref hemû alîyan ve bi balkêş tê şopandin, hemû daxuyanîya me deng didin, welatî li hember meseleyan gohên xwe vedikin û dibêjin, ‘Gelo tewra HUDA PARê çawakî ye, ew ê çi bikin, rêyekî çawa bişopînin?’ bi vê şeklê ew meraq dikin. Niha di sîyaseta Tirkîyeyê de giranîyekî mezin yê HUDA PARê heye, tesîra HUDA PARê zêde ye. Însanan HUDA PARê dişopînin. HUDA PAR, ji şermezarkirina ti kesî natirse û heqîyê tîne ziman, ew partîyekî heqîyê ye, ew partîyekî ku li Tirkîyeyê hem di sehayê de hem di Meclîsê de sekinekî ku tu kes nikare bibêje nîşan dide ye. Em îro di cîhekî ku ‘li Tirkîyeyê ger ku yek tiştekî bike ew jî encax HUDA PARê dikare bike û bibêje’ de ne. Sekinekî û rewşekî cuda yê HUDA PARê li Tirkîyeyê heye. HUDA PARê hêvîya vê xelkê û Misilmanan e.”

“HUDA PAR partîyekî ku ji vê civakê re pêşîvantîyê bike ye”

Demîr derheqê xerabûna civakê de balan kişand û weha got, “Xerabûna civakê, bêexlaqî, bihevrebûna xeyrî meşrû em tev bi hevr e dibînin. Civak ji cîhekî xerab re diçe. Her roj ku diçe ji roja berê xerabtir dibe. Her meh ji meha paştir xerabtir e. Em jî van tiştan dibînin û dilê me jan dide û ji ber vê yekê em mesulîyetekî mezin li ser xwe dibînin. Em vêya dibînin. Bi îmana xwe, mesulîyeta xwe ya wijdanî û fêhma xwe ya dozvanî êdî HUDA PAR, partîyekî ku ji civakê re dikare pêşîvantîyê bike ye, HUDA PAR di warê gotin, jîyan, fêhma sîyasetê, felsefeya jîyan û projeya medenîyetê de partîyekî ku dikare ji însanan re rêyekî cuda vebike ye.”

Bername bi pirsîna pirsan û bersivan dawî bû. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.