Parlamenterên HUDA PARê ji bo dersên bijarte bang kirin

Parlamenterên HUDA PARê ji bo dersên bijarte bang kirin

Paramenterê Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli û Parlamenterê Mêrsînê yê HUDA PARê Faruk Dînç, ji bo dersên bijarte yên Kurmancî û Zazakî bên tercîhkirin bang kirin.

Parlementerê Me Birêz Serkan Ramanlı jibo dersên Kurmancî û Zazakî bêne bijartin bangî gelê me kir.#HÜDAPAR pic.twitter.com/IgkoJGTs9z

— HÜDA PAR (@HurDavaPartisi) February 6, 2024
Dewra duyemîn a hînkirin û perwerdehîya sala 2023-2024an dest pê kir. Parlamenterên HUDA PARê Dînç û Ramanli li ser hîsabên xwe yên medyaya civakî ji bo dersên bijarte ên ku heta 19ê Çileyê hatin dirêjkirin bên tercîhkirin bi Kurmancî û Zazakî bang kirin.

Ramanli di vîdeoya xwe de bi kurmancî weha got, “Xelkê me yên biqîmet, ziman, temînat û berdewama miletekî ye. Zimanê me yê dayîkê mîrasa bav û kalê me ye. Ev sibe roja miletê me ye. Ji ber vê yekê divê em zimanê xwe baş hînbibin û ji zarokên xwe re bidin hînkirin. Ev wezîfe me tevan e. Dersa bijarte ya di dibistanan de, ji bo hînbûna zimanê me firsedekî baş e. Werin em tev bi hev re xwedî li zimanê xwe derkevin.”

Milletvekilimiz ve Diyarbakır Büyükşehir Belediye Başkan adayımız Sayın Faruk Dinç,
Ortaokullarda 19 Şubat’a kadar devam edecek olan seçmeli derslerde çocukların Kurmancî ve Zazakî derslerini seçmeleri için çağrıda bulundu:

Şar û miletê ma yê Ezîzî,
Ziwan, temînatê estîya û… pic.twitter.com/KgwQytSpXD

— HÜDA PAR (@HurDavaPartisi) February 7, 2024
Parlamenter û namzedê Serokê Şaredarîya Dîyarbekirê Faruk Dînç jî li ser hîsaba xwe bi zazakî bang kir û weha got, “Xelkê me yên biqîmet, zimanê me, temînat û berdewama miletê me ye. Zimanê me zimanê dîya me ye, ji kalên me ji me re mîras maye. Ev sibe roja miletê me ye. Ji ber vê yekê divê em xwedî li zimanê xwe derkevin. Zimanê xwe ji zarokên xwe re bidin hînkirin. Dersa bijarte ya di dibistanan de, ji bo hînbûna zimanê me firsedekî baş e. Werin em tev bi hev re hebûna xwe qewettir bikin.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.