Parlementerê HUDA PARê: “Tofana Eqsayê rast binirxînin”

Parlementerê HUDA PARê: “Tofana Eqsayê rast binirxînin”

Parlementerê HUDA PARê yê Mêrsînê Farûk Dînç, di kongreya partiya xwe ya sê yemîn ya Malatyayê de axivî. Dînç weha got: Lazim e ku em operasyona Tofana Eqsayê baş û rast binirxînin.

Parlementerê Mêrsînê yê HUDA PARê Farûk Dînç di sê yemîn kongreya awarte ya Malatyayê ya partiya xwe de axivî.

Dînç li wir derbarê operasyona Tofana Eqsayê û zilm û êrîşên rejîma îşxalker de axivî û dûre behsa destekên Emrîkayê û alema xerbê ji êrîşan re kir û weha got: Di her 6 deqîqeyan de zarokek tê qetil kirin. Ev zarokên hanê ji teref rejîma îşxalker ve tên qetil kirin, li Xezzeyê qirkirineka pir mezin heye. Ji 7ê cotmehê û hetanî niha ev qetlîam û qirkirin bê navber dewam dike û her rojên ku diçe zêdetir û dijwartir dibin. Li ser vê yekê yanî li ser operasyona Tofana Eqsayê jî nirxandinên xelet û şaş tên kirin. Lazime ku ev nirxandin neyên ciddî girtin. Divê em operasyona Tofana Eqsayê rast û baş binirxînin.

Dînç di berdewama axavtina xwe de got ku Tofana Eqsayê rûyê rastîn yê alema xerbê û saziyên navneteweyî derxist holê û wiha li axavtinax we zêde kir: “Maskeyên wan ên derewîn daxist xwarê. Ev bi xwe operasyoneka pir mezin bû ku bû sebeba bi milyonan kes hetta xelkê xerbê bi xwe xerbê nasbikin. Ji ber vê yekê lazime ku em operasyona tofana eqsayê baş û rast binirxînin.Li Xezzeyê malbatên ku ji bo hezkiriyên xwe yên şehîd bi çi sebrî û îmanî bi berxwe didin em tev dibînin. Metaneteka pir mezin nîşandidin. Ev îmana xelkê xezzeyê û operasyona tofana eqsayê bû sebeb ku li xerbê û rojavayê însan hişyar bibin û xelkê rojavayê ber bi îmana bi xweda ve kişand. Vêga bi hezaran kes li rojavayê komî ser hevdû dibin û welatên xwe û siyonîstan protesto dikin û destekê didin Filistînîyan. Operasyona Tofana Eqsayê û îmana xelkê Xezzeyê bû sebeba hişyariyê.”(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.