Parlementoya Îskoçyayê dê ji bo referandûma serbixwebûnê ray bide
Ji bo referandûma serbixwebûnê ya ji Brîtanyayê dê Parlementoya Îskoçyayê ray bide.
Birîtanya ji bo ku ji Yekitiya Ewrûpayê (YE) veqete wek pêvajo dê ji Brukselê re nota bişîne. Hat ragihandin ku dê Parlementoya Îskoçyayê rojeke beriya vê notayê de ji bo referandûma serbixwebûnê ray bide.
Londra jî heta ku pêvajoya derketina xwe ya ji YEyê neqedîne misade nake ku Îskoçya ji bo referandûma serbixwebûnê ray bide. Îskoçya jî ji bo ku referandûmê bike divê ku Hikûmeta Îngîlterê vê daxwazê bipejirîne.
Îskoçya texmîn dike ku dê Birîtanya destûr bide referandûma serbixwebûnê. Serokwezîra Îngîlterê Theresa May lî roja çarşemê dê nameya “veqetana ji YEyê” ji Komîsyona Yekitiyê re bişîne.
Di referandûma sala 2016an de Îskoçya ji bo ku di YEyê de bimînin ray da. Lewra Îskoçya naxwaze ji pazara navxwe ya Ewrûpayê veqete. Serokwezîra Îngîlterê Maya ku li dijî muemeleyên bijartî ye diyar kir ew amadeye ku vê desthilatiyê bide Îskoçyayê. Armanca Hikûmeta Îngîlterê ew e ku wekê saziyên siyasî yên YEyê welatê ji bazara navxwe ya Ewrûpayê derîne.
Serokwezîra Îskoçyayê Nîcola Sturgeon hewl dide ku beriya veqetîna Brîtanyayê ya ji YEyê di nabeyna payîza sala 2018an û bahara 2019an referandûma serbixwebûnê lidar bixe. Theresa May jî li dijî referandûma serbixwebûnê ya Îskoçyayê ya ku beriya veqetandina Brîtanyê ya NEyê ye. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.