Partîya Doza Azad: Divê siyasetmedar dev ji rojevên pûç û betal berdin

Partîya Doza Azad: Divê siyasetmedar dev ji rojevên pûç û betal berdin

Berdevkê Partîyê û Sekreterê Giştî yê Partîya Doza Azad Şehzade Demîr di daxuyanîya ku belav kir de bang li siyasetmedaran kir û destnîşan kir: “Divê siyasetmedar dev ji rojevên pûç û betal berdin û problemên xelqê çareser bikin.”

“Divê siyasetmedar problemên xelqê ji xwe re bikin derd”

Demîr di daxuyanîya ku belav kir de wezîfeyên ewil û esil ên siyasetmedaran di bîran xist û dû re wiha li axavtina  xwe zêde kir: “Çareserkirina problemên di warê heq û hiqûq û azadîyan de û her wisa çareserkirina problemên di warê aborî û perwerdehîyê de wezîfeya ewil û esil ê siyasetmedaran û sazîya siyasetê ye. Ji ber pêvajoya şoba coronayê problemên heyî zêdetir bûn û zehmetîyên ku di warê aborîyê de tên kişandin, zirardîtina hilberînê, zêdebûna heqê xurekanû bêkarî di rojeva ewil a gel e.  Ji alîyê din ve jî bêedaletîyên civakî,  çanda populer a ku gefê li bingeha civakê dixwe, zirardîtina malbatê û tebîetên nebaş û rewşa nexweş a ciwanîyê her ku diçe zêdetir dibe û nexweştir dibe.”

“Hikûmet û partîyên din ên siyasî divê dev ji rojevên pûç û betal berdin û problemên xelqê çareser bikin”

Demîr di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, divê siyasetmedar berê xwe bidin rojava gel û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Siyasetmedar ji dêla ku problemên xelqê çareser bikin rojevên pûç û betal ê ne tebî’î dihilbirînin û bi vê yekê him xwe û him jî civakê bi vê yekê didin meşxûlkirin. Ne çûyîna fezayê, ne gihartina makeqanûnê û ne jî berberîya di navbera partîyan de divê nebe sedeme çaresernekirina problemê gel. Ev qas problem û meseleyên giran û dijwar li ber me hene, heqê me tune ye ku em siyaseta berberî û rageşîyê birêve bibin. Hikûmet û partîyên din ên siyasî divê dev ji rojevên pûç û betal berdin û problemên xelqê çareser bikin.”

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.