Partiya Doza Azad Fransa Şermezar Kir
Partiya Doza Azad di derbarê êrîşên Fransa yên li Malî de beyanatek medyayî weşande.
Partiya Doza Azad di derbarê êrîşên Fransa yên li Malî de beyanatek medyayî weşande. Di beyanatê de êrîşên Fransa yên li Malî bi awayekî tund hatin şermezar kirin.
Di beyanatê de hat gotin ku: Maziyeke Fransa a du rû li Coğrafya ‘Efrîqayê heye. Fe’eliyetên Musulmanên li bakurê Malî hincet tê nîşandin û li Maliya ku ji sedî 90 musulmane mudaxeleya ‘eskerî tê kirin. Di vê mudaxeleyê de ji sedî zêdetir însan hatin qetil kirin. Ev yek helqeyek din bi ser zulmên emperyaliyan de zêde kiriye.
Dîsa di beyanatê de hat gotin ku: Ev mudaxeleya Fransa ji bo ummeta îslamê şermeke mezin e. Dewleteke ku endamê Teşkîlata Hevkariya Îslamê ye divê pirsgirêkên wê ji alî Musulmanan ve bên çareserkirin. Lê belê ev yek ji înîsiyatîfa Emperyaliyên Xaçperest re hatiye hiştin. Em vê yekê rewşeke bi huzn dibînin.
Di beyanatê de li ser vê yekê jî hat sekinandin: Heya ku li hember van emperyaliyên xaçperest ku ev bi sed salane dewlemendiyên gelê ‘Efrîqa didizin tedbîrên ku wan ji van mudaxeleyan vekişîne neyên avêtin dê ev rewş bidome.
Di beyanatê de lazim bûna bi kombûna dewletên Îslamê çêkirina teşekulekê jî hat beyan kirin.
Beyanat bi vî awayî domî: “Dewletên Musulmanan, divê ji hêzên fîtneyê yên ku di serî de bi destê Amerîka û Awrûpa hatine teşkîl kirin xwe xilas bikin û ji bo pirsgirêkên xwe çareser bikin bicivin. Teşekkuleke bi vî awayî ku hêza wî a ‘eskerî jî hebe divê mudaxeleyê tevî îxtîlafên nav ummetê bike û îxtîlafan li gor heq û hiqûqê çareser bike.”
Di dawiya beyanatê de jî îşğala Malîyê hat şermezar kirin û ji îdarevanan hat xwestin ku li hember vê yekê tepkî nîşan bidin.
Bangaheq
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.