Partîya Doza Azad: Zêdebûna aramxaneyan birîneke civakî ye

Partîya Doza Azad: Zêdebûna aramxaneyan birîneke civakî ye

SerokêGiştî yê Partîya Doza Azad Îshak Saglam derbarê rojeva hundir de daxuyanîyek belav kir.

Saglam di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir, li tevahîya Tirkîyê û bakurê Kurdistanê  tevde 426 aramxane hene ku ev yek birîneke civakî ye.

“Zêdebûna aramxaneyan birîneke civakî ye”

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir nêzî 30 hezar kes di van aramxaneyan de dijîn û dû re wiha got: “ Di vê pêvajoya şoba Coronavîrusê de divê pîr û îxtîyarên me bên parastin, ji wan re destek bê dayîn û ji bo wan bernameyên rêbertîya manewî bên amadekirin. Ev yek pir muhîm e. Lê belê divê bê zanîn ku zêdebûna aramxaneyan ne wesîleya serfirazî û şanazîyê ye, bîleqs nîşaneya dûrketina ji nirxên civakî ye.Her ku diçe hejmara zarokên ku li dê û bavên xwe xwedî dernakevin zêde dibe ku ev yek gelek zêde êşdar e. Pêdivîya civaka me ji projeyên ku pê malbat bê muhafezkirin re heye.”

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, ji bo endamên malbatê li pîr û îxtîyarên xwe xwedî derkevin divê ji ji wan re destek bê dayîn û ji vê yekê re bên teşwîqkirin. Saglam dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Divê neyê jibîrkirin ku pîr û îxtîyarên me encax di nav malbatê de dikarin bigihijin aramî û hizûrê.”

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.