Partîya Doza Azad:Amerîka heman Amerîka ye û terorîstbûna xwe ya kûrewî didomîne

Partîya Doza Azad:Amerîka heman Amerîka ye û terorîstbûna xwe ya kûrewî didomîne

Sekreterê Giştî û Berdevkê Partîya Doza Azad Şehzade Demîr derheqê rojeva derve de nirxandinan kir.

Demîr di nirxnadina ku derheqê Amerîkayê de kir de balan kişand li ser zilm û zordarîya ku ji teref Amerîka ve li ser rûyê erdê tên kirin.

“Birêveberîya nû ya Amerîka êdî terorîstîya kûrewî bi şikleke eşkere dike”

Demîr di destpêka nirxandina xwe de destnîşan kir: “Birêveberîya nû ya Amerîka êdî terorîstîya kûrewî bi şikleke eşkere dike.” Û dû re got: “Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Antony Blinken digel sazîyên heq û hiqûqên însanî yên navneteweyî bi şikleke eşkere eyer dide temamê dinyayê. Ji bêperwatîya dîktatorîya Amerîka re em dikarin çend mînakên ku di van demên dawî de pêk hatine bidin ku ew jî ev in: rapora ku derheqê cinayeta Cemal Kaşikçi de hat amadekirin, qebûlkirina dankirina darbeyên leşkerî, nasnekirina pêşnûmaya rayeya darizandinê ya Mehkemeya Cezayê ya Navneteweyî yên sûcên şer ên ku li Filistînê tên kirin… Bes Serokê Amerîkayê hatiye guhartin. Polîtîkayên emperyalist bi rê û rêbazên cuda berdewam dikin.”

“Amerîka di pêşerojê de dê berjewendîyên xwe wek edalet li ser temamê dinyayê ferz bike”

Demîr di berdewama daxuyanîya xwe de balan kişand li ser raporta ku ji teref Amerîka ve derheqê cinayeta Cemal Kaşikçi de hatiye amadekirin û dû re wiha li nirxandina xwe zêde kir: “ Di raporta Amerîka ya  ku derheqê cinayeta Rojnameger Cemal Kaşikçi de hat amadekirin de bi şikleke eşkere hat daxuyandin ku ê ku cinayetê tesdîq kiriye Muhammed bîn Selman e. Lê belê mijara mueyyîdê ya li hember Prens û Qraltîya Siûd nehat esehkirin ku ev yek wek tehdîdekî hat bikaranîn da ku Siûd ji wan re çêtir û zêdetir xizmetê bike. Blinken derheqê polîtîkaya derve ya nû ya Amerîkayê de daxuyanî da ku ji vê daxuyanîyê tê famkirin ku Amerîka li ser rûyên cîhanê wan birêveberîyên ku bi darbê hatine serî qebûl dike ku ew bi vê yekê ji nîzama tesîskirî ya li cîhanê re meydanê dixwîne.Dîsa heman Amerîka wê  pêşnûmaya rayeya darizandinê ya Mehkemeya Cezayê ya Navneteweyî yên sûcên şer ên ku li Filistînê tên kirin nas nekir ku ev yek bi me dide nîşandan ku Amerîka di pêşerojê de berjewendîyên xwe wek edalet li ser temamê dinyayê ferz bike û ew ê tehemmûl neke ku ji rejîma îşxalê û ji wna hisab bê pirsîn.”

 

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler