Pdks Ji Konseya Bilind Ya Kurdên Sûriye Vekişiya

Pdks Ji Konseya Bilind Ya Kurdên Sûriye Vekişiya

Pdks Ji Konseya Bilind Ya Kurdên Sûriye Vekişiya

 Partiya demokrata Kurdistana Sûriye, li ber revandina du wezîfedarên wê yên payebilind tepkî nîşan da û diyar kir ku mensûbtiya xwe ya Konseya bilind ya Kurdên Sûriyê sekinandiye.

Wezîfedarê PDKS Seîd Omer di xeberdana xwe de îfade kir ku du endamên wan yên polîtburoyê Behzad Dûrsen û Nîzal Selîm, 6 roj berê ji teref Hêzên yekîtiya parastina gel ve hatine revandin û ji wê roja pêve ji wan tu salix nehatiye girtin. Ji ber vê yekê jî xelkê Kurdên Sûriye, nexasim partiya wan pir diqehirin.

Wekî tê zanîn partiya ku her dû kesan revandine, di bin kontrola PKKê de ye, Patiya demokrata Kurdistana Sûriye jî, nêzî Mesûd Barzanî ye.

Her wiha li Dêrîkê jinên Kurd li ber revandina her dû endamên partiyê meşek li dar xistin. Posterê Barzanî hilgirtin, di aleyhê sûcdaran de slogan avêtin. www.bangaheq.net

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.